Murad Xan
nav û deng bû. Digotin,li zivistaneka sirr û sar de nexweşî û qirimek li keriyê pezê Murad Xîn dişire û hemî pez qirr dibin û jiyan li Murad Xîn dibe wek şeva reş ji ber wê yêkê toz bi ser mala Murad Xîn dikeve û li derdora Murad Xîn tiştek jî ji bo xwarinê namîne û malbata wî jî bi tengasî zivistanê derbas dikin. Zivistan derbas dibe û bihar tê û gundiyên wî li qada gund de kom dibin ku sewa gavaniyê re kesekî peyda bikin.
Refşa Murad Xîn ji aliyê aborî ve baş nebû û di refşeka xirab de bû. Hindekî bi pêş ve diçe û bi gundiyan re dibije: Hûn eger min ji bo gavaniyê bipejrînin ez ê herim. Gundî dipejrînin. Murad Xan şivekê digire destê xwe û gah û mangeyan kom dike û berê xwe dide mêrg û çiyan. Lê hêdî hêdî hewa germ dibe û dema muzekirina mangeyan tê her mangehek jî doça xwe radike jor u direvin û her yek bera xwe didin cihekî.
Lê Murad Xan jî ku hêz û şiyan ji re nemabû neçar dimîne û şiva xwe dide bin çena xwe û wiha dibije: Murad Xan niha bû Murad Xan...
Elî Recebzade- Gulîl