Ji Yekîtiya Mamosteyên Kurd -YMK'ê pirtûkek nû
Dibistan/ Ji Yekîtiya Mamosteyên Kurd -YMK'ê pirtûkek nû. 'KURDÎ, Pêngav 1' hat çapkirin.
Yekîtiya Mamosteyên Kurd - YMK'ê pirtûka dersa ziman, ya bi navê "Kurdî, Pêngav 1" weşand. Pirtûk di çarçova projeya YMK'ê ya "Ji pêngava yekê heta pêngava dehan" de hat amadekirin.
Pirtûk ji bo destpêka xwendin û nivîsandina kurdî ye. Ev xebata han wek pirtûka xwendinê û pirtûka xebatê, ji du beşan pêk tê. Di pirtûka xwendinê de, di destpêkê de, peyv û hevokên asan cih digirin û pêyv û têgîn gav bi gav ber giraniyê ve diçin. Her carê pêyv û hevok bi piştevaniya wêneyên rengîn tê hêsakirin û dewlemedkirin.
Pirtûka xwendinê, li gor hewceya dîdaktîka zimanê Kurdî, bi formata rêzkirina hêsaniya tîpan hatiye amadekirin. Dîsa amadekarên pirtûkê hewl dane ku di navbera tîpên alfabeya kurdî de kordînasyonekê bikar bînin. Nema jî tîp ne li gor rêza tîpan a alfabeyê wek ABCDEÊF…hatine rêzkirin, li gorî radeya bikaranîn û kordînasyona di navbera tîpan hatine rêzkirin.
Piştî xebat û naskirina tîpên kurdî, amadekarên pirtûkê hin babetên taybet jî di pirtûkê de bicih kirine. Hin pêyv bi zanistî hatine dubarekirin. Mijar ji jiyan û tiştên derûdora şagirtan hatine hilbijartin. Mijarên wek roj, demsal, reng, mêwe û sebze, ajal, çîvanok, malbat, hevaltî, paqijî, fabl û hwd. jî di pirtûkê de cihên xwe girtine.
Pirtûka xebatê şagirtan çalak dike. Ev beşa han ji sedî sed bi beş xwendinê re heverast e. Şagirt bi riya pirtûka xwendinê dibînin, nas dikin, dixwînin; bi pirtûka xebatê jî hînbûna xwe kûr dikin û misoger dikin. Ew bi çav, guh, dest û huşê xwe dikevin nav lebatê. Ew bi pirtûka xebatê dibînin, dibihîsin, dinivîsin û direngînin.
Di beşa pirtûkê ya dawîn de têgînên di pirtûkê de, ji bo alîkariya mamoste û şagirtan, bi sê zimanan(kurdî-almanî-tirkî) wek ferheng hatiye bicihkirin.
Ji bo amadekirina pirtûkê, bernameyên perwerdeyê ya li Almanyayê li ber çavan hatiye girtin.